Mezintirîn santrala atomî ya Ewropayê ket destê Hêzên Rûsyayê
PeyamaKurd – Mezintirîn santrala atomî ya Ewropayê santrala atomî ya Zaporijiya (Zaporizhzhia) ket destê Hêzên Rûsyayê.
Li gor ajansa Pişkîneriya Atomî ya Ukraynayê diyar kir, santrala atomî ya Zaporijiya, îro ji aliyê hêzên Artêşa Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin û tîmeke taybet çavdêriya santralê dike.
Herwiha da zanîn, stafa santralê di karê xwe de berdewam in ji bo parastina silametiya santralê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro danê sibehê li nêzîkî heman santrala atomî, şewat derketibû û piştî çend saetan ji aliyê tîmên agirvemirandinê yên Ukraynî ve hatibû kontrolkirin.
Di derbarê şewatê de Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dabû zanîn, Moskow bi bombebarankirina wê santrala mezin a atomî, dest bi “terora atomî” kiriye û dixwaze karesata Chernobylê dubare bike.”
Herwiha Zelensky ji serkirdeyên cîhanê rica kir ku şiyar bibin û “rê li ber mirina (Ewropa) bi karesata atomî bigirin.” Herî dawî destnîşan kir: “Ev yekem car e di dîroka me de, di dîroka mirovahiyê de, dewleteke terorîst, niha penahê dibe ber terorîzma atomî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin