Pûtîn: Em mezintirîn aboriya Ewropayê ne
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn anî ziman ku ji her alî ve zext li Rûsyayê têne kirin û got: "Lê belê hê jî em aboriya herî mezin a Ewropayê ne.
Pûtîn li bajarê Qabarovsk ê li rojhilatê dûr ê Rûsyayê, di civînekê de di derbarê aboriya Rûsyayê de nirxandinan kir.
Pûtîn got: "Xuyaye hewl didin ku ji her alî ve me bifetisînin. Ji her alî ve zext li ser welatê me Rûsyayê têne kirin, lê belê hê jî em aboriya herî mezin a Ewropayê ne. Em aboriya xwe rakir ser piyan, me Almanya li pey xwe hişt û em di rêza mezintirîn aboriyên cîhanê de derketin rêza pêncemîn. Çîn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Hindistan, Japonya û Rûsya. Em li Ewropayê yekemîn in."
Pûtîn diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku wê Bankeya Navendî ya Rûsyayê bi demê re rêjeya faîzê kêm bike û domand: "Ez difikirim ku rêjeya faîza niha ya Bankeya Navendî demkî ye û dema ku pirsgirêkên enflasyonê çareser bibin wê ev yek biguhere. Pengava bankê gelemperî bi armanca têkoşîna li dijî enflasyonê ye û ez difikirim ku em ê bigihîjin armanca xwe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin