Yek ji aboriya girîng a Ewropayê kete resesyonê!

16 August 2023 20:44 0 dîtin
Yek ji aboriya girîng a Ewropayê kete resesyonê!

PeyamaKurd – Aboriya Holandayê di çaryeka yekem a sala 2023yan de biçûk bû û di çaryeka diduyan de kete resesyonê.

Saziya Amaran a Holandayê (CBS) di rapora mezinbûna aboriyê ya çaryeka diduyan a 2023yan de ragihand ku aboriya Holandayê ji sedî 0,4 biçûk bûye û ji bo çaryeka duyem jî ji sedî 0,3 biçûk bûye.

Bi vê rewşê re aboriya Holandayê kete rewşa rawestanê ango resesyonê ku yek ji aboriya girîng a welatên Ewropayê ye.

Hate ragihandin ku zêdebûna xercîneyan, kêmbûna hinardeyê û bandora pandemiya vîrûsa koronayê bûne sedem ji resesyonê re.