Rûsya: Amerîka û Ewropayê aboriya Sûriyeyê xeniqandine

14 November 2023 17:06 0 dîtin
Rûsya: Amerîka û Ewropayê aboriya Sûriyeyê xeniqandine

PeyamaKurd - Wezareta Karên derve ya Rûsyayê bi daxuyandiye ku: “Amerîka û welatên Ewropayê bi rêya ceza û talankirina samanên xwezayî yên Sûriyeyê aboriya wê xeniqandiye.”

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku Washington û hevpeymanên xwe bi awayekî neyasayî axa Sûriyeyê ya li bakurrojhilat û başûrê wî welatî dagîr kiriye û petrol û genim didizin û bi rêyên kaçax difiroşin. 

Herwiha di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Ji ber Amerîka û welatên Ewropayê şayîsteyên darayî yên pêwîst nadin, alîkariyên pêwîst jî ji Sûriyeyê nayên şandin.”