Amerîka û Yekîtiya Ewropayê rêkeftina gazê ya alternatîfa Rûsyayê îmze kirin
PeyamaKurd – Di navbera Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê de rêkeftinekê gaza xwezayî ya alternatîfa gaza Rûsyayê hat îmze kirin ku wê Amerîka gazê hinardeyî Ewropayê bike.
Di dema Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de ku li Brukselê berdewam dike de, îro 15ê Adarê di warê aborî û bazirganiyê de pêngaveke girîng hat avêtin û di navbera Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de rêkeftina hinardekirina gaza xwezayî ji Amerîkayê bo Ewropayê hate îmze kirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Berpirsa Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen rêkeftina hinardekirina gaza xwezayî ji Amerîkayê bo welatên Ewropî îmze kirin.
Li gorî vê rêkeftinê, Amerîka wê heya dawiya îsal 15 milyar metrekûp gaza şilkirî ya LNG ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê bişîne.
Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser rêkeftinê got: “Em ê alîkariya Ewropiyan bikin daku dest ji enerjiya Rûsyayê berdin û îsal Amerîka dê hinardeya gaza xwezayî ji bo Ewropayê bi rêjeya 15 milyar metrekûp zêde bike.”
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî diyar kir, bandoreke mezin a cezayan li ser Rûsyayê çêdibe û got: “Piştgiriyên Amerîkayê wiha dikin ku em kêmtir pişta xwe bi enerjiya Rûsyayê girê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin