Yekîtiya Ewropayê bertek nîsanî qanûna nû ya Amerîkayê da

12 August 2022 11:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê bertek nîsanî qanûna nû ya Amerîkayê da

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê bertek nîşanî qanûna nû ya vergiya otomobîlên elektirîkî ya Amerîkayê da. Qanûna Amerîkayê, li welatên Yekîtiya Ewropayê bû mijara nîqaşê.

Li gor Yekîtiya Ewropayê, qanûna Amerîkayê dibe sedema hevrikiyeke neheq û YE pêşbînî dike, ev qanûna ku armanca wê Amerîkiyan teşwiqî kirîna otomobîlên elektirîkî bike, cihekariyê li hember berhêmderên Ewropî çêbike.  

Li gor zanyariyan, wê bandora daxistina vergiya otomobîlên elektirîkî, li welatên Yekîtiya Ewropayê jî bibe.

Herwiha di qanûna ku wê rikberiyê gur bike de, tê pêşbînikirin ku vergiya otomobîlên ku pîlên li Bakurê Amerîkayê tên bi kar anîn, heta 7 hezar û 500 dolarî bê kêmkirin. Ev rewş jî rê dide ku mijar li derveyî Amerîka jî bibe rojev.

Welatên Ewropî di derbarê rikberiyên neheq ên piştî qanûnê de, gelekî bi fikar in.