Amerîka û Yekîtiya Ewropayê bertek nîsanî Tirkiyeyê da
PeyamaKurd-Raportorê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Parlementoya Ewropayê Nacho Sánchez Amor û Serokê Delegasyona Parlementoya YE-Tirkiyeyê Sergey Lagodinsky, bertekeke tund nîşanî biryara Tirkiyeyê ya ji bo Osman Kavala da.
Dadgeha 13emîn a Cezayê Giran a Stenbolê, di danişîna duh ango 25ê Nîsanê de bi hinceta hewilên jiholêrakirin û hilweşandina hikûmetê, Osman Kavala yê ku 4 sal in zindanîkirî ye, bi sizayê muebeta girankirî, siza kir. Li ser vê biryarê, ji Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, bertekên tund li dijî Tirkiyeyê çêbûn. Nacho Sánchez Amor û Sergey Lagodinsky, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ‘Biryara dilgiran a Dadgeha 13emîn a Cezayê Giran, bi awayekî vekirî li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye û ev biryar dê bibe sedem ku li Konseya Ewropayê dozên tên binpêkirin, zêde bibin.’
Ji Amerîkayê jî li hember biryara Osman Kavala bertek hat nîşandan. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku ji bo serbestberdana Kavala bang li Tirkiyeyê kiribû, li ser biryarê da zanîn ku ‘Ev yek bû sedema şikestineke kûr a xeyalan.’
Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî hat gotin ku ‘ Ev siza li hember mafên mirovan derbeyeke giran e.’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin