Amerîka û Yekîtiya Ewropayê êrîsa Rûsyayê bi tundî sermezar kirin
PeyamaKurd – Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) êrîşa bi fuzeyan a ser bendera Odessa ya Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve şermezar kirin ku Peymana Stenbolê ya veguhestina zadê Ukraynayê dixe xeterê.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê YEyê Josep Borrell got ku YE êrîşa bi fuzeyan a Rûsyayê bi ser bendera Odessayê de bi tundî şermezar dike û diyar kir, “Piştî îmzekirina Peymana Stenbolê bi rojekê lêdana armanceke hinardekirina zad, nîşan dide ku Rûsya hemû soz û hiqûqa navdewletî binpê dike.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, “Amerîka êrîşên ser bendera Odessayê yên rûsî rûreş û şermezar dike.”
Blinken jî bal kişand ser ku Rûsya soza xwe ya Peymana Stenbolê bicih neaniye û êrîşên xwe berdewam dike.
Ukraynayê ragihandiye ku Rûsyayê bu fuzeyan li bendera Odessayê xistiye, lê hîn ji aliyê Rûsya ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin