Ji Amerîka, NATO û Ewropayê karvedana êrîsa Rûsyayê
PeyamaKurd – Piştî Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn îro 24/2/2022an biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ji bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand, ji gelek aliyên navdewletî, karvedanên berbiçav hatin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden, operasyona leşkerî ya Rûsyayê şermezar kir û êrîş weke “êrîşek bêserûber” bi nav kir.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Guterres, di derbarê êrîşê de banga rawestandina pevçûnê kir.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî operasyona Rûsyayê şermezar kir û diyar kir, ev operasyon jiyana hejmareke mezin a mirovan dixe metirsiyê.
Herwiha Amerîka eşkere kir, ew ê ji bo şermezarkirina operasyona Rûsyayê, projebiryarekê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî bike.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson destnîşan kir, pêwendiya wî bi Zelensky re hebû û da zanîn, Brîtanya û hevalbendên ew ê bi tundî bersiva operasyona Rûsyayê bidin.
Koşka Elysee jî ragihand, Serokê Fransa Emmanuel Macron wê îro civîneke awarte ya Komîta Parastinê ya Bilind li dar bixe û tê pêşbînîkirin, Macron bi hevtayê xwe yê Ukraynayî re pêwendiyekê pêk bîne.
Herwiha Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen soz da, ji ber çalakiya wê ya leşkerî, Kremlinê ceza bike.
Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir: “Operasyona leşkerî ya Rûsyayê, binpêkirina eşkere ya yasaya navdewletî ye.”
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi eşkere kir: “Îtalya bi tundî kiryarên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê şermezar dike.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken destnîşan kir: “Min û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin bi Jens Stoltenberg re li ser bersivek hevrêz a NATOyê li dijî kiryarên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê gotûbêj kir.”
Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropa Charles Michel eşkere kir: “Encûmena Ewropî û Koma 7 dê îro bicivin, da ku gavên din ên li dijî kiryarên neyasayî yên Rûsyayê û piştgirîkirina Ukraynayê ragihînin.”
Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida jî eşkere kir: “Êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê, bingehên sîstema cîhanê dihejîne.”
Herwiha Serokwezîrê Avusturalya Scott Morrison operasyona Rûsyayê wek "neyasayî" bi nav dike û sepandina komeke nû ya cezayan li ser Moskowê ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin