Misir û Yekîtiya Ewropayê di hevkariya gazê de li hev kir

11 April 2022 17:00 0 dîtin
Misir û Yekîtiya Ewropayê  di hevkariya gazê de li hev kir

PeyamaKurd-Wezareta Karên Navxweyî ya Misirê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li hember gaza Rûs, di çarçoveya berdestê de bi Yekîtiya Ewropayê re li hev kiriye. Di peymanê de dê herdu alî hevkariyê li ser gaza avî û hîdrojena kesk bikin.

Li gorî daxuyaniya ku ji Misirê hat dayîn, Alîkarê Serokê Komîsyona YE yê berpirsê Mutabakata Kesk a Ewropayê Frans Timmermans, li gel şandekê li Kahîreyê bi Wezîrê Karên Navxwe yê Misirê Samîh Şukrî re civiyane.

Di danezana hevbeş a Misir û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de bi taybetî ji bo li ser bihêzkirina hevkariyê hatiye rawestandin. Her wiha li ser hevkariya bazirganiya hîdrojenê ku li Ewropa, Afrîka û welatên kendavî were pêşvebirin jî rawestiyane.