Talîban: Çîn, ji bo aboriya Efxanîstanê xwedî roleke girîng e
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Talîbanê ve hat ragihandin ku ji bo tevkarî li geşepêdana aborîya Efxanîstanê bibe, Efxanîstan dixwaze ku Rêya Hevrîşimê ya ji welayeta Badahşanê bi Çînê ve tê giradan, zindî bike.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, li paytexta Efxanîstanê ya Kabîlê, “Konferansa Derfet û Zordariyên Pêwendiyên Herêmê” hatiye lidarxistin û Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mücahid di wê konferansê de diyar kiriye ku Çîn ji bo geşepêdana aboriya Efxanîstanê, xwedî cihekî girîng e.
Hat ragihandin ku Mücahid bal kişandiye ser pevçûn û bêaramiyên ku bi salan dewam kirine û li ser ji nû ve dewamkirina projeyên nîvcomayî gotiye ku
“Di civîna dawî ya Civata Wezîran de biryar hat dayîn ku divê Rêya Hevrîşimê ya ku Efxanîstanê bi ser Çînê ve girêbide, were çêkirin. Ev rêya dîrokî dibe ku di aboriya welêt de roleke girîng bilîze. Ewlekariyeke me ya baş heye.
Dem hatiye ku em projeyên mezin ên aboriyê bidin destpêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin