Almanya li ser girîngiya krîza koçberiyê: "Ji Ewropayê re ezmûnek e"
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ku piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Meloni re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist, diyar kir, mijara koçberiyê ezmûneke ku welatên Ewropayê tenê bi hev re dikarin derbas bikin.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir, Îtalya û Almanya du welatên ku têkiliyên wan ên siyasî, aborî û çandî yên nêzîk in û destnîşan kir, hikûmetên her du welatan bi biryar in ku bi hevkariyeke nêzîk xebatên xwe bidomînin.
Olaf Scholz bal kişand ser wê yekê ku Almanya û Îtalya ji bo parastina Ukraynayê alîkariyên berfireh pêşkêşî Ukraynayê kirin û diyar kir, yekitî û biryardariya Yekîtiya Ewropayê (YE) û hevkarên transatlantîk ji bo piştgiriya Ukraynayê girîng e.
Serokwezîr Scholz eşkere kir, di Lûtkeya Lîderên YEyê ya ku hefteya bê dê were lidarxistin de jî ev mijar wê were rojevê û destnîşan kir, wê di lûtkeyê de mijara koçberiyê ya ku ji bo Almanya û Îtalyayê girîng e jî bê axaftin.
Herwiha Scholz di daxuyaniya xwe de da zanîn, divê li YEyê di çarçoveya nirxên hevpar ên li ser bingeha demokrasî, serweriya hiqûq û mafên mirovan de sîstemeke penaberiyê ya mirovahî û li hemberî krîzê bê avakirin û got. "Koçberî dijwariyek li Ewropayê ye ku em tenê dikarin bi hev re bi ser bikevin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin