Krîza koçberiyê li Ewropayê: Ketinên neqanûnî di asta herî jor de ye!

14 January 2023 10:43 0 dîtin
Krîza koçberiyê li Ewropayê: Ketinên neqanûnî di asta herî jor de ye!

PeyamaKurd Hat balkişandin ku di 7-8 salên dawî de herî zêde zêdebûna krîza koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve berdewam dike. Di daneyên derbarê krîza koçberiyê de hatin weşandin, hat destnîşankirin ku ketinên neqanûnî yên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li gorî sala 2022an ji sedî 64 zêde bûne û gihiştiye 330 hezarî.

Li gorî daneyên Ajansa Ewlekariya Sînor a Yekîtiya Ewropayê Frontex a li ser pêla koçberiyê ya li Ewropayê, piştî ku qedexeyên ji ber şewba Kovîd-19ê hatin sistkirin di salên 2021 û 2022an da hatinên neqanûnî yên welatên Yekîtiya Ewropayê zêde bûn.

Ji sala 2016an vir ve hejmara herî zêde hatiye tomarkirin!

Li gorî van daneyan hejmara kesên ku bi rêyên qaçax derbasî sînorên navborî bûne di sala 2022an de li gor sala borî ji sedî 64 zêde bûye û derketiye 330 hezarî û ev hejmara herî zêde ji sala 2016an vir va ye.

Ji bo têketinê sala borî rêya herî zêde tê bikaranîn Balkana Rojava bû. Ji vê rêyê 145 hezar û 600 kes derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bûn.

"Yên herî zêde neqanûnî derbas dibin Sûriyeyî ne"

Ji welatên Balkana Rojava yên ji bo koçberiyê ber bi Ewropayê ve li gorî sala 2021'an ji sedî 136 zêde bûye ku ji sala 2015an û vir ve hejmara herî zêde ya derbasbûna neqanûnî ya li ser vê rêyê hatiye tomarkirin. Sûriyeyî herî zêde bi awayekî neqanûnî rêya Balkana Rojava derbas dikirin.

Li gor van daneyên ku hatin weşandin hejmara kesên ji Behra Spî ya Navîn ku rêya duyemîn e ji sedî 51 zêde bû û derket 102 hezar û 529 kesan.

"Sûriyeyî, Afganî û Nîjerya Rojhilatê Derya Spî bikar tînin"

Ev rê bi piranî ji aliyê Misrî, Tûnisî û Bangladeşîyan ve dihat bikaranîn. Hejmara kesên ku ji Rojhilatê Behra Spî tên di rêza sêyemîn de ji sedî 108 zêde bû û derket 42 hezar û 831 kesan.

Herî zêde Sûriye, Afganî û Nîjeryayiyan rêya Rojhilatê Derya Spî bi kar anîn.

Li gorî daneyên Frontex, hejmara kesên ku di rêya Rojavayê Deryaya Spî re derbasî Yekîtiya Ewropayê bûne par ji sedî 21 kêm bûye. Di sala 2022an de 14 hezar û 582 kes bi vî awayî derbasî Yekîtiya Ewropayê bûne.