Polonya jî tevlî pêvajoya krîza gendeliyê ya li Ewropayê bû!
PeyamaKurd – Di dema ku pêvajoya lêpirsîna krîza gendeliyê ya li Ewropayê dewam dike, hat destnîşankirin ku Polonya jî tevlî vê pêvajoyê bû. Lêpirsîna li ser skandala gendelî û şûştina pereyan a li Parlamentoya Ewropayê (PE) berdewam dike, heta Polonyayê jî berfireh bû.
Hat tekezkirin ku 2 parlamenterên Partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) di lîsteya 60 kesên ku di bin kontrola dozgerên Belçîkayê de lêpirsîna gendeliyê dimeşînin de cih digirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser skandala bertîl û şûştina pereyan a APyê dewam dike de, hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de 2 parlementerên Partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) di lîsteya 60 kesên di bin kontrola dozgerên Belçîkayê de ne, hene.
Çapemeniya Polonya ku nûçeyên wê yên derbarê pêvajoyê de hatin weşandin eşkere kir, wekîlên navborî yên di kotaya PiS de Tomasz Poreba û Ryszard Czarnecki yên di PEyê de dixebitîn in.
Tomasz Poreba eşkere kir, wî di Cotmeha 2016an de bi Balyozê Qeterê li Brukselê û Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê (YE) Elî Bin Casim Al-Shani re hevdîtinek pêk anîbû. Wî diyar kir, civîna navborî bi mebesta pêşxistina hevkariyê ligel şanda PE ya Polonya û herwiha hevkariya di navbera Qeter û Partiya Muhafezekar û Reformîstên Ewropayê de pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin