Polonya: Sandina balafiran ji bo Ûkrayna tê vateya tevlîbûna ser

08 March 2022 01:17 0 dîtin
Polonya: Sandina balafiran ji bo Ûkrayna tê vateya tevlîbûna ser

PeyamaKurd – Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda ragihand ku eger Polonya balafirên şer bişîne Ûkraynayê ev tê vateya tevlîbûna şer û ji ber wê dê balafiran neşîne Ûkraynayê. Duda mijarê weha ragihand

“Em ti jetan naşînin Ûkraynayê. Ji ber wê bibe mudaxeleya leşkerî. Em tevlî vî şerî nabin. NATO jî ne terefê vî şeriye.”

Serokê Buroya ewlehiyê yê netewiya Polonyayê (BBN) Pawel Soloch jî, ji bo televîzyonê daxwuyanî da û got ku divê biryarekî weha di nav endamên NATO de bê dayîn û wê Polonya biryarekî serbixwe nede heya hevkariya NATO yê bixe talûkê.

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki piştî civîna encumena wezîran daxwuyanî da û weha got:

“Bin qanûna nû ya ku me derxistiye, wê Ûkraynî karibin 18 meh li vê derê bimînin. Hem ji bo destekê bidin malbatên Ûkraynî, wê mehane 240 Ewro pere ji bo her malbatekî bidin.”

Wezîra malbat û polîtîkayên komelayetî ya Polonyayê Marlena Malag jî got ku ji bo penaberên Ûkraynî wê fonekî bi 8 mîlyon Ewroyî çêbikin û weha got:

“Siyaseta dewleta me ew e ku em ewilî alîkariyê bidin malbatan. Hemwelatiyekî Polonya ji bo me çi be, wê yên Ûkraynî jî heman tişt be.”

Mijara daxwuyaniya balafiran ku Polonya bide Ûkraynayê, ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken de hatibû ragihandin û Polonya vê yekê red kir.