Hukumeta Polonyayê îtxalata xidayan ya ji Ûkraynayê qedexe kir

15 April 2023 20:18 0 dîtin
Hukumeta Polonyayê îtxalata xidayan ya ji Ûkraynayê qedexe kir

PeyamaKurd – Hukumeta Polonyayê bi sedema hilberîn û çandiniya welatê Polonyayê têk neçe û cotyar karibin encama keda xwe bidest bixin, îtxalata maddeyên xidayê ji Ûkraynayê qedexe kir. Di mijarê de serokwezîrê hukumeta Polonyayê Jaroslaw Kaczynski ragihand ku îtxalat di welatê wan de bûye sedema krîzan û weha dewam kir:

“Hukumet îro biryarê da ku ji Ûkraynayê dexl û bi dehan cûre xidayan nekire û îtxalata wan bi biryarnameyekî qedexe kiriye. Îtxalata me zerarê dide berhemên çandiniyê yên cotyarên welatê me.

Di lîstê de ji dexl heya hingiv gelek tişt hene. Em dost û hevkarên Ûkrayna ne û em ê wisa jî bimînin. Em ê wan destek bikin. Lê parastina berjewendiyên hemwelatiyan wezîfa her dewletî û otorîteyên wan welatane.”