Hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên li Ûkraynayêne telefonên têkiliyan da

27 February 2022 02:06
Hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên li Ûkraynayêne telefonên têkiliyan da

PeyamaKurd – Hukuemta Herêma Kurdistanê ji bo hemwelatiyên Kurdistanê yên ku li Ûkraynayê asê mane jimarên telefonên ku karibin bi wan pêwnediyan deynin da. Li gor ragihandina ajansa BasNewsê hukumeta herêma Kurdistanê telefona konsulxaneya Iraqê ya Ûkraynayê daye û kesê bişxwaze dikare bi wan re bikeve nav têkiliyan. Ragihandina baregeha karên derve ya Herêma Kurdistanê wehaye:

“Hukumeta Herêma Kurdistanê baregeha karên derve ji bo hemwelatiyên Kurdistanê yên ku li Ûkraynayê asê mane ji wna re xweşî û ewlehiyê dixwaze. Em bang li hemwelatiyê Kurdistanê yên ku asê mane dikin û dibêjin nûnertiya Kurdistanê li Ûkraynayê tine. Eger pêdiviya we çêbû bi konsulxaneya hukumeta Federal ya Iraqê re bikevin nav têkiliyan.”

Baregeha karên derve ya Herêma Kurdistanê her weha jimarên teflonên konsulxana hukumeta federal û gelek telefonên nûnertiya Herêma Kurdistanê yên li welatên nêzî Ûkraynayê da. Jimarên telefonan ev in.

- Ûkrayna: +38974007307 - +380952041153 - +9647518503123 û telefona karên lezgîn: +380979244948

- Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Polonayê: +48606716040

- Konsulxaneya hukumeta Federal ya Varşovayê:

+48792650803 û 48730851480