Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Hewramanî daxwuyaniya nivîskî da

03 June 2024 23:29 0 dîtin
Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Hewramanî daxwuyaniya nivîskî da

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî li ser biryara parlementoya Iraqê ya erêkirina tabloyên sala 2024-2025an ragihandinekî nivîskî da. Hewremanî got:

“Êdî xebat û civînên serokwezîrê Herêma Kurdistanê encam da û wê mafên Herêma Kurdistanê yên darayî bi qanûnan bê cîbicîhkirin. Serokwezîr xebitî da mijarên weke mehaneyan û budçê ji mijarên din cuda bin.

Hinek parlementerên Kurd bûne weke berdevkên birîna mehaneyan. Di medyayê de li hemberê hukumetê û xebatên serokwezîr tenê bi xeberên muxalefetî, propoganda û xeberên tije nefret û dijminahî meşxûlin.

Lê wê pêvajoya parastina xelkê Kurdistanê, refah û mafên xelkê ya di destûra Iraqê dewam bike û em di vê babetê de garantî didin. Kesên ku birîna mehaneyan dixwestin, xeyalên wan şikestin. Bila serokwezîr bibe kesê mehaneyan distîne û hun jî bibin yên mehaneyan dibirin.”