Hewramanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkan çareser bike
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, şandina mûçeyên fermanberan ji aliyê Bexdayê ve, li dijî biryara Dadgeha Federalî ye.
Hewramanî da zanîn ku şandina mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve li dijî biryara Dadgeha Federalî ye û got, divê hikûmeta federal mûçeyên karmendan ên meha Tebaxê berî 15 Îlonê bişîne.
Hewramanî amaje bi wê yekê jî kir ku hefteya bê şandeke darayî ya Iraqê wê serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive, Hewramanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi niyaz e ku pirsgirêkan çareser bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin