''Îdareya Biden dixwaze Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz bike''
PeyamaKurd – Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman diyar kir; îdareya Joe Biden dixwaze Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz bike û gelek baş doza Kurd û kêşeya Kurd û derfetên siyasî û aborî yên li ber Kurdan fêm dike.
Douglas Silliman ji K24ê re daye zanîn: “Di vê rewşê de niha Iraq pêwîstiya wê bi wê yekê heye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li vî welatî bimînin û weke Wezîrê Karên Derve yê Iraqê jî qal kir, ji aliyê rahênan, şêwirmendî, dayîna zanyariyên îstixbaratî û bombebaranên esmanî di dema pêwîst de alîkariya Iraqê bikin, çimkî heta niha jî Iraq şiyana wê tune ye.”
Silliman destnîşan kiriye: “Amerîka di wê baweriyê de ye ku tiştê li Iraqê diqewime bandorê li ser temamê herêmê dike, eger Iraq bi îstiqrar be, herêmên din jî dê bi îstiqrar bin. Mebesta gotûbêjan jî ew e ku îstiqrar, asayîş û aramî vegere Iraqê.”
Herwiha eşkere kiriye: “Ez bawer nakim Amerîka ji Iraqê bi temamî vekişe, çimkî berjewendiyên Amerîkayê li Afganistanê û li Iraqê ji hev gelek cuda ne û nabe werin berawirdkirin. Îdareya Biden jî dixwaze Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz bike. Lê belê tiştê niha li herêmên başûr û naverasta Iraqê heye, milîsên Şîe ti hesabek ji bo Serokwezîr nakin û metirsiya sereke ne ji bo serwerî û asayîşa Iraqê ye.”
Douglas Silliman herî dawî diyar kiriye: “Piştevaniya Amerîkayê ji bo Kurdan dê berdewam be, bi taybetî di îdareya Serok Biden de, çimkî Serok Biden û Wezîrê Derve Blinken û gelek kesên rayedarên îdareyê jî doza Kurd, kêşe û derfetên li ber Kurd û Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî û siyasî ve baş fêm dikin. Alîkariyên Amerîkayê ji bo çend yekeyên hêzên Pêşmerge didomin, bi awayekî ku ev li deverên din ên Iraqê tune.”
Silliman destnîşan kiriye: “Gelek dostên Kurdan li Washingtonê hene û ez jî yek ji wan dostên Kurdan im. Em bi awayekî berdewam çavê me li wê yekê ye ku balansek hebe di nêrîn û ramanên xelkê Kurd de li Washingtonê û li ber çavan were girtin. Her dem bandora me di pêkanîna armancan de çênabe, lê belê bêguman gelek rayedar û siyasetmedarên vê îdareyê dostên Kurdan in û tiştên ku ji bo Kurdan baş in, difikirin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin