Joe Biden serkeftîbûna Lûtkeya Bexdayê li hikûmeta Iraqê pîroz kir

29 August 2021 13:30 0 dîtin
Joe Biden serkeftîbûna Lûtkeya Bexdayê li hikûmeta Iraqê pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Joe Biden, serkeftina Lûtkeya Bexdayê ya ‘Hevkarî û Hevbeşiyê’ ku doh 28ê Tebaxê hat encamdan li Hikûmeta Iraqê pîroz kir.

Serokê Amerîka Joe Biden bi daxuyaniyekê got, Kongreya Bexdayê rêyek e ji bo kêmkirina aloziyan û bihêzkirina hevkariyan di navbera welatên herêmê de û pîrozbahiya serkeftina lutkeyê li Hikûmeta Iraqê kir.

Joe Biden tekez kir, Washington di piştevanîkirina Hikûmeta Iraqê de berdewam dibe û pêwendiyên dualî jî bi Bexdayê re li gor rêkeftina wan a stratejîk bihêztir dike.

Doh 28ê Tebaxa 2021ê bi beşdariya hejmarek serok û nûnerên welatên herêmê, Lûtkeya Bexdayê ya bo Hevkarî û Hevbeşiyê hat lidarxistin.

Di encamnameya hevbeş a ji aliyê serkirdeyên beşdar hatiye ragihandin de hat gotin: “Beşdarên konferansê diyar dikin ku ew li gel xelk û hikûmeta Iraqê ne û tekezî li ser hevgertina hewlan kirin ji bo seqamgiriya navçeyê.”