Hukumeta Herêma Kurdistanê Sipasname da Ciwan Haco
PeyamaKurd – Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê yê Îsveçê Şoreş Qadir do li Îsveçê bi sedema xizmeta hunermendê Kurd Ciwan Haco ya ji bo mûzîka Kurdî sipasname û plaketê da Ciwan Haco. Ciwan Haco di wexta sipasname û plakete, danê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de belavkirinê kir û di sipasnamê de weha dihat gotin:
“Ji bo hunermend Ciwan Haco bi sipasî,
Bi deh salaye ku ji ber te xizmetê daye muzîka Kurdî, li ser navê hukumeta Herêma Kurdistanê ji cenabê we re ji dil û can sipasiya xwe dikim. Hunera we bi terzê xwe, ne weka yê ti kesiye û destpêka terzekîye û pêşdeçûna terzê ye.
Hunera we di nav Kurdên siyasporayê û Kurdistanê de pirekî danî. Şiyanên te yên hunerî yên bêemsal sînoran derbas kir û stranên we gihan nav dilên nifşên nûh. Bi milyonan kes bi stran û mûzîka we bûn xwedî hêz.
Bila ev mirasa muzîka we heya dawiyê şîn bibe û ji bo nifşên nûh bibe îlham. Bi rêz û silavan.
Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê yê Îsveçê
Şoreş Qadir Rehîm.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin