Serokerkanên Amerîka û Ûkraynayê li Polonyayê civiyan

18 January 2023 02:09
Serokerkanên Amerîka û Ûkraynayê li Polonyayê civiyan

PeyamaKurd – Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley û serokerkanê Ûkraynayê Valeriy Zalujnıy li Polonyayê lihev civiyan. Piştî êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê cara yekeme ku her dû serokerkan dicivin. Zalujnıy di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew bi Milley re li Polonyayê civiyaye.

Serokerkanê Ûkraynayê di hevdîtinê de sipasiya Amerîkayê kiriye ku desteka daîmî dide Ûkraynayê. Ji Milley re gotiye; eger hinek alavên şer an bergiriyê bên amadekirin, wê serketina Ûkraynayê leztir bike û lîsta pêdiviyan daye Milley. Nehat ragihandin bê civîn li kîjan bajarê Polonyayê çêbûye.