Hukumeta Herêma Kurdistanê bang li hemwelatiyên xwe yên Ûkraynayê kir
PeyamaKurd – Berpirsê baregeha karên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji bo hemwelatiyên Kurdistanê yên li Ûkraynayê got ku rewşa xwe ya li Ûkraynayê bidin berçav û rewşa xwe ji bo xwe şirove bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi konsolos û dîplomatên dewletên biyanî re civînekî kir. Li gor K24 ê Sefîn Dizeyî ragihandiye ku di civînê de behsa Herêma Kurdistanê û herêma Rojhilata Navîn hatiye kirin.
Sefîn Dizeyî got ku serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de behsa bernama hukumetê ya reformê, tehdîda IŞİD ê, mijara koçberiyê, bicîhanîna peymana Şengalê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kiriye. Serokwezîr Barzanî her weha veberhênerên biyanî dawet kir herêma Kurdistanê da veberhênanê bikin. Sefîn Dizeyî behsa krîza Ûkraynayê jî kir û weha got:
“Wezareta karên derve yê Iraqê bang li hemwelatiyên Iraqê kir ku terka Ûkraynayê bikin. Em jî weka hukumeta Herêma Kurdistanê bang li hemwelatiyan dikin ku rewşa Ûkraynayê bidin ber çav û li gor rewşê şiroveyan bikin. Divê biryarekî bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin