IAEA: Santrala Nukleerî ya herî mezin a Ewropayê bi temamî ji kontrolê derket

04 August 2022 15:36 0 dîtin
IAEA: Santrala Nukleerî ya herî mezin a Ewropayê bi temamî ji kontrolê derket

PeyamaKurd – Serokê Ajansa Atomî ya Navdewletî (IAEA) Rafael Mariano Grossî, li ser santrala nukleerê ya Zaporijya ya Ukraynayê ku di nav şer de maye, daxuyaniyeke metirsîdar da.

Grossî ragihand ku pêdiviya santrala herî mezin a nukleerî li Ewropayê bi lêkolîn û çakkirinê heye û got: “Santrala Zaporijya ya li Ukraynayê bi temamî ji kontrolê derketiye.”

Herwiha Grossî diyar kir ku gelek tiştên ku neyên pêşbînîkirin li santralê rû dane û niha gelek alavên wê xirab bûne ku halêhazir personelên ukraynî yên di bin îdareya Rûsyayê de wî karî dikin.