Kirmanî: Em ê li santrala 200 bombeyên atomî tê de ne bixin
PeyamaKurd-Îmamê limêja înê yê Tehranê Ayetullah Muvahhidî Kirmanî, di xutbeya xwe ya îro de bo Îsraîlê peyameka weha ragihand. Dema bixwazin Îsraîlê ji xerîtê paqij bikin, santralên nukleerî yên Îsraîlê bixin hedefa xwe bes e.
Kirmanî, li payîtext Tehrana Îranê di xtba li Musalla ya Îmam Hûmeynî de, behsa Îran û dewletên herêmê û Îsraîlê kir.Kirmanî got ku dê sînorê uranyuma dewlemendkirî zede bikin û ev ne bo hilberîna bombeya atomiye. Hem ger naxwazin ava şîn ya Kendavê bibe ava sor, bila êrîşa leşkerî nefikirin. Kirmanî Îranê weha tehdîd kir:
“Eger Îran bixwaze êrîşê Îsraîlê bike, li santrala bi navê Dîmonayê bixe beşe.Ji bert ê de 200 bombeyên atomî hene. Eger em wê derê bixin hedefa xwe,dê Îsraîl bi bombeyên xwe çend caran bi erdê re bibe yek. Li xwe miqate bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin