Bombeyên atomî li Încîrlîkê tên bicîhkirin

03 July 2018 17:55 0 dîtin
Bombeyên atomî li Încîrlîkê tên bicîhkirin

PeyamaKurd- Li gor ragihandina pisporên leşkerî yên Rûsyayê, Amerîka ceribandinên bo B61-12 ku bombeya atomiye, temam kir û di dinyayê de ciyên ku li wan bicîh bike, yek jê jî bajarê Adana yê Tirkiyê, Baregeha Încirlikê ye.

Pisporên leşkerî yên Rûsyayê ragihandin ku ceribandin, biserketin encam dane û ciyên ku bombeyên bi kontrol yên atomî lê bên bicîhkirin; Tirkiye, Almanya, Îtalya, Belçîka û Hollanda ye.

Ji Rûsyayê li ser bûyerê şiroveyeka weha tekirin:

“Mixabin Amerîka giraniya xwe datîne ser çêkirina sîlihên komkijiyê û dewam dike. Dibe ku bombeyên atomî bi xweşkêşên hilgir B-2 û balafirên F-35an re tê adaptekirin.”

Pisporê sîlihên nukleerî yê Rûs ji ajansa Rûs ya bi navê RİA yê re ragihand bê van tiştan hemû tên çi wateyê:

“ B61-12 taktîk bombe ya nûhkirî, di 9 ê hezîranê de, ji aliyê Amerîka de li Çola Nevada hat ceribandin. Bombe bi balafira spirit B-2 ku radar nikare wê bibîne, hat ceribandin. Di pêvajoya pêş de wê bi F-35 ve bê adaptekirin. Bi vî awayî Amerîka pere xwe dixe sîlihên komkujiyê. Wê di sala 2020an de bombeyên nû li baregehên NATO yê yên Tirkiyê, Almanya û Îtalyayê bên bicîhkirin. Xebata li ser barhilgirên nûjen tê vateya ku wê ev bername bo wexteke dirêj dewam bike. Heya sala 2046an nûkirina bombeyên atomî yên ku li derveyê Amerîka ne, wê bi 25 mîlyar dolarî bibe mal.”

Tê gotin ku niha li Tirkiyê li 3 baregehên leşkerî li dora 50 serikên nukleerî yên taktik B61 hene ku ji aliyê çavkaniyên cuda de tên gotin.