Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê bi Wendy Sherman re civiya

05 March 2022 16:27 0 dîtin
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê bi Wendy Sherman re civiya

PeyamaKurd Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li Enqerê, bi Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman re civiya.

Berdevkayetiya Serokkomariya Tirkiyê  bi daxuyaniyekê diyar kir, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin li Ofîsa Dolmabahçe ya Serokkomariyê, bi Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman re civiya.

Zanyarî destnîşan dikin, di civînê de  şerê li Ukraynayê yek ji mijarên sereke bû ku gotûbêj li ser hatine kirin û her du aliyan tekezî li ser bi dawîanîna şer kirine.

Herwiha mijarên wek Sûriyê, pêkanîna aşitî û aramiyê li Lîbya û Efxanîstanê û asayîkirina pêwendiyên Tirkiyê yên bi Ermenîstanê re jî di civînê de hatin nirxandin.

Di cîvînê de di derbarê  pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê de jî gotûbêj hatin kirin û her du aliyan li hev kirin ku di warê pêkanîna stratejiyeke hevbeş de pêngav bên avêtin.