Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê: Pirsa Sengalê yekalî nebe em ê operasyonekê li wir jî pêk bînin

12 February 2021 12:00 0 dîtin
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê: Pirsa Sengalê yekalî nebe em ê operasyonekê li wir jî pêk bînin

PeyamaKurd – Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar kir û got, heta gef li ser Tirkiyê hebe, ew ê operasyona xwe li Bakurê Iraqê berdewam bikin û eger pirsa Şengalê yekalî nebe, dê operasyonekê li wir jî pêk bînin.

Îbrahîm Kalin da zanîn, rêkeftina Şengalê girîng e ji bo nehiştina gef û metirsiyan, lê Iraq û Herêma Kurdistanê jî dizanin, rewş aloz e û ne hêsan e û pêwistî bi karkirina hevbeş heye, ji ber ku ew navçe korîdora terorê ye.

Kalin destnîşan kir, çavên wan ne li axa Iraqê ye û eger ji wir ve êrîşî Tirkiyê neyê kirin, ew êrîş nakin û tu pêwistî bi operasyonan tuneye.