Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê: Daxwazên Rusyayê ne rasteqînin
PeyamaKurd – Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin di bernameyekê de, li ser operasyona serbazî ya Rusya li ser Ukraynayê de axivî û diyar kir, pêwendiya wan li gel şandên hevdîtinan ên her du aliyan jî hene û egerek mezin heye ku hevdîtin bê paşxistin û got: "Daxwazên Rusyayê ne rasteqînin."
Îbrahim Kalin eşkere kir, pêwendiya wan bi şandên her du aliyan jî hene, lê eger hevdîtin ji bo derbaskirina demê be, egereke mezin heye ku hevdîtin ji bo du rojên din bên paşxistin.
Kalin destnîşan kir: “Hevdîtin bi asanî derbas nabin. Daxwazên Rusyayê ne rasteqînin. Wek naskirina Kirimê, bêçekkirina Ukraynayê û herwiha... Li gor me jî ev daxwaz ne rasteqînin. Niha tişta em li ser radiwestin bi dawîkirina şer e û di encama hevdîtinan de biryara agirbestê bê dayîn û rêyeke mirovî bê avakirin e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin