Peskov: Bankeyên Tirk li hember Rûsyayê rêkarên xwe tund kirine
PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyê endamtiya NATOyê ya Swêdê pesend kir û Amerîkayê jî rê li ber firotina balafirên F-16 bo Tirkiyeyê vekir, bankeyên Tirk jî ketine tevgerê ku li gorî dorpêçên Amerîkayê bi Rûsyayê re tevbigerin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, piştrast kir ku bankeyên Tirk li hemberî mişteriyên rûsî rêkarên xwe tund kirine û ragihand, ew niha hewl didin çareseriyên ku ji aliyê herdu aliyan ve bêne qebûlkirin peyde bikin.
Dmitry Peskov, got ku ew niha hay jê hene ku bankeyên Tirk rêkarên xwe li hember mişteriyên rûsî tund kirine û di vê mijarê de Rûsya bi Tirkiyê re di nav danûstandinê de ye.
Peskov herwiha diyar kir ku ev pirsgirêk ji ber helwesta ‘agresîf’ a Amerîkayê ya li hember Rûsayayê rû daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin