Tod Walters: “Divê bi Tirkiyê re li hemberê Rûsyayê hevkariyê bikin”
PeyamaKurd- Fermandarê hêzên Amerîkayê yên Ewrûpayê general Tod Wolters bo li hemberê Rûsyayê werin, divê Amerîka û Tirkiyê bi hevre hevkariyê bikin û têkiliyên xwe yên NATO yê pêşde bibin.
Li Idlibê bi sedema hevkariya Rûsya û rejîma Sûriyê ku êrîşê Tirkiyê dikin, di navbera Rûsya û Tirkiyê de her diçe arîşe mezin dibe. Orgeneral Wolters bo komîteya hêzên çekdar ya senatoya Amerîkayê raporekî amade kiriye û di raporê de dibêje:
“Rol a Tirkiyê girînge ku li dijî Rûsyayê dertê. Her dû dewlet Derya Reş di mijara xaza xwezayî de weka seha nûfuza xwe dibînin. Li Lîbyayê şer dewam dike û li Idlibê raste rast di nav şer de ne. Bo berjewendiyên Amerîkayê û hem bo yên Tirkiyê, hem di yên duqolî de û hem di nava NATO yê de pêşdebirina hevkariyê û xebat bêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin