Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov li Tirkiyê ye

01 March 2024 11:01 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov li Tirkiyê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo beşdarî Foruma Dîplomasî ya Antalyayê ya ku wê îro destpê bike li Tirkiyeyê ye.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê da hat diyarkirin ku Lavrov di çarçoveya serdana xwe ya Antalyayê da bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bicive û li ser mijarên Ukrayna, Kafkasya, Xezze, Sûriye û Lîbyayê gotûbêj bike.

Lavrov wê bi wezîrên derve yên Azerbaycan, Kirgizîstan, Ozbekistan û Qralê Eswatinî re jî bicive.