Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê serdana Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo geşedanên herî dawî yên li Ukraynayê gotûbêj bikin, do serdana Tirkiyê kir.
Li gor rayedarê Tirkiyê ji ajansa Reutersê re diyar kiriye, vê êvarê 9ê Adara 2022yan, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihîşt Tirkiyê.
Herwiha daye zanîn, sibeha Pêncşemê li bajarê Antalya yê li başûrê Tirkiyê gotûbêjên li ser dosyeya Ukraynayê wê birêve biçe, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêşxeriyek xistibû ber Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin