Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, sibe 30ê Hezîranê serdana Tirkiyê dike û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re dicive.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê roja Çarşemê 30ê Hezîranê serdana Tirkiyê bike.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin: “Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê, Sergey Lavrov, li ser vexwendina Wezîrê me wê 30yê Hezîrana 2021ê serdana welatê me bike. Di civînên ku wê li Antalya bên lidarxistin de, wê mijarên herêmî û herwiha têkiliyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê bêne gotûbêjkirin.”
Medya Rûsî jî belav kiriye ku wezîrê derve Sergey Lavrov wê bi hevtayê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re derbarê mijarên pêşxistina têkilî û hêviyên dualî, pirsgirêkên herêmî û navneteweyî yên heyî biaxive.
Hat diyarkirin, aliyan plan kirine ku li ser gelek mijarên wek hilberîna derziya SputnikV ya Rûsyayê, rewşa Sûriye, Lîbya, Afganistan, Ukrayna, Kafkasaya Başûr û geşedanên din gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin