Rûsyayê mercek ji bo endamtiya BRICSê da ber Tirkiyê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo endamtiya Tirkiye ya BRICSê mijara Ukraynayê wekî merc nîşan da.
Lavrov got ku di mijara Ukrayna de, divê Tirkiye ne nirx û nêrînên Yekîtiya Ewropayê, lê yên endamên BRICSê qebûl bike.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê bi fermî daxwaza endamtiya BRICSê kiriye ku aktorên sereke yên wê rêxistinê Rûsya, Çîn û Brezîlya ne.
Cara yekem e Lavrov mercê Ukraynayê ji bo endamtiya Tirkiyê radigihîne ku hîn ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin