Rûsya: Em ê endamtiya Tirkiye ya BRICSê binirxînin
PeyamaKurd – Piştî nûçeyên derbarê serlêdana fermî ya Tirkiyê bo koma BRICSê, Cîgirê Serokê Rûsyayê Yurî Uşakov li ser mijarê daxuyanî da.
Uşakov ragihand, "Tirkiyê serlêdana beşdariya tam bo BRICSê kiriy, emê binirxînin.”
Li aliyê din Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî doh di civîneke rojnamevanî de eşkere kiribû ku ew bi niyet in bibin endameke temam a BRICSê û gotibû, proseya endamtiyê dewam dike, heke pêşhatek çêbibi ew dê parve bikin.
Hêjayî gotinê ye, koma BRICS bi mebesta hevkariya aborî sala 2009an ji aliyê welatên Brezîlya, Rûsya, Çîn, Hindistan û Afrîkaya Başûr ve hatiye avakirin ku wekî alternatîfa Forûma Cîhanî ya Davosê jî tê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin