Rûsya: Em amade ne ji bo rawestandina ser garantoriya Tirkiyeyî binirxînin!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a garantoriya Tirkiyeyê bo rawestandina şerê Hamas û Îsraîlê axivî.
Lavrov got ku ew amade ne formula garantoriya Tirkiyeyê ji bo şerê navbera Îsraîl û Hamasê binirxînin û gotûbêj bikin.
Lavroj di civîna rojnamevanî ya li paytexta Koreya Bakur Pyongyangê de li ser mijarê wiha axivî:
‘Em ji bo gotûbêjkirina her cûre pêşniyarên çêker amade ne. Ew hewldana ku rojek berê bihîstiye, ji daxwaza bidawîkirina rageşiyê û asayîkirina rewşê tê. Her çiqas em nizanin tam qesta çi tê kirin jî helbet em dixwazin bi dostên xwe yên Tirk re li ser vê mijarê di pêwendiyê de bin.”
Herwiha Lavrov got ku ew amade ne ji bo vê pêşniyara Tirkiyeyê hevkariyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin