Rûsya: Em amade ne bi Amerîkayê re dest bi gotûbêjan bikin

24 January 2025 18:12 0 dîtin
Rûsya: Em amade ne bi Amerîkayê re dest bi gotûbêjan bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Rûsya amade ye li ser mijara bêçekbûna nukleerî bi Amerîkayê re dest bi gotûbêjan bike.

Peskov, bal kişand ser daxwaza Serokê Amerîka Donald Trump a hevdîtina bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re û li ser pirsa mijara bêçekbûna nukleerî nirxandin kir.

Berpirsê rûsî got, "Ji bo berjewendiya gelên welatên me û hemû dinyayê, em pir dilxwaz in proseya gotûbêjên bêçekbûna nukleerî dest pê bikin.”

Peskov destnîşan kir ku ew hevdîtin bêyî berçavgirtina hêza nukleerî ya Fransa û Brîtanyayê nabe pêk were.