Rûsya: Eger ekîba Trump dest pê bike ew bo danûstandinên astiyê yên li gel Ûkraynayê amade ne

16 November 2024 11:01 0 dîtin
Rûsya: Eger ekîba Trump dest pê bike ew bo danûstandinên astiyê yên li gel Ûkraynayê amade ne

PeyamaKurd – Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, Gennady Getilov, balyozê Rûsyayê li baregeha Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê, tevî vê yekê jî îdia kiriye ku danûstandinên aştiyê divê “rastiyên destkeftiyên Rûsyayê yên li ser erdên wê nîşan bidin.”

Rayedarê rûsî destnîşan kiriye ku serokatiya Donald Trump dikare derfeteke nû ji bo danûstandinên Moskow û Washingtonê peyda bike. Wî her wiha hêviyên xwe ji vegerandina berfirehtir ya têkiliyên Amerîka-Rûsyayê diyar kiriye û gotiye, “Eger ekîba Trump dest pê bike ew bo danûstandinên aştiyê yên li gel Ûkraynayê amade ne.”

Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî di wê baweriyê de ye ku heta hemû leşkerên rûsî ji herêmên dagirkirî û Qirimê dernekevin dê aştî pêk neyê.

Beriya niha rojnameya Washington Postê ragihandibû ku Serokê nû hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de şîret li Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kiriye ku şerê li Ûkraynayê zêde neke.

Li gorî nûçeya Washington Postê, Trump bi bîra Vladîmîr Pûtîn xistiye ku Amerîkayê li Ewropayê “hebûneke leşkerî ya girîng heye.”

Di dema kampanyaya hilbijartinê de, Donald Trump gotibû ku ew ê “çareseriyekê ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê di nava rojekê de bibine”, lê tu hûrgiliyên zêdetir nedabûn.