Eger Rûsya êrîs bike Ûkraynayê, wê Polonya destekê bide Ûkrayna
PeyamaKurd – Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda ragihand ku eger Rûsya êrîşê Ûkraynayê bike, wê destekê bide Ûkraynayê. Duda, do bi serokkomarê dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy re li başûrê Polonyayê li bajarê Wislayê hevdîtin kir. Nûnerê siyaseta derve yê Duda Jakub Kumoch li ser babetê weha got:
“Konseya Hevpariyê ya Atlantîk ya Awrûpayê, mezinahî biçûkayiya wê çi dibe bila bibe, mecbûre li hemberê her êrîşê rabe.”
Li gor çapemeniya Polonyayê; wê di navbera Polonya û Ûkrayna de xetekî taybet bê danîn û di nav hefteyên pêşiya me de, wê cîgirên serokkomarên her dû dewletan bêhtir hevdîtinan bikin. Serokkomarê dewleta Ûkrayna Zelenskiy, di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Ez minetdarê xelkê Polonyayê û serokkomarê wê Andrzej Duda me ku yekîtiya axa Ûkraynayê, hukumraniya wê û entegrasyona Awrûpa-Atlantîkê destek dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin