Stoltenberg: Hemû nîsaneyên ku Rûsya êrîsî Ûkraynayê bike çêbûne
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, derbarê aloziya sînorê Ûkraynayê û îhtimala dagirkirinê ji aliyê Rûsyayê ve got ku hemû nîşaneyên ji bo êrîşê çêbûne.
Stoltenberg herwiha diyar kir ku heta niha ti nîşaneya ku Rûsyayê tevgera hêzên xwe yên li sînorê Ûkraynayê kêm kiriye nîne û got, “Ji bo êrîşê hemû nîşane çêbûne. Rûsyayê hêzên xwe yên sînorê Ûkraynayê kêm nekir. Em geşedanên dawî bi guman dişopînin.”
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Stoltenberg piştî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê ya îro 15ê Sibatê hat ku hatibû gotin; wan beşek ji hêzên xwe yên li sînorê Ûkraynayê yên tetbîqata leşkerî bidawî anîne vegerandine baregehên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin