Amerîka: 'Ji ber ku Rûsya nikare li Ûkrayna bipêsve biçe êrîsî hemû herêman dike'

14 March 2022 19:32 0 dîtin
Amerîka: 'Ji ber ku Rûsya nikare li Ûkrayna bipêsve biçe êrîsî hemû herêman dike'

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan, derbarê şerê Rûsyayê yên li Ûkraynayê ku ketiye hefteya xwe ya sêyemîn de daxuyaniyên girîng dan.

Sullivan, diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, ji ber ku hêzên rûsî li gorî ku dixwazin nikarin bipêşve biçin ketiye rewşeke xirab û got, ji ber ku hêzên rûsî Kîev jî tê de li bajarên mezin nikarin li gorî dixwestin bipêşve biçin êrîşî hemû herêmên Ûkraynayê dikin.

Sullivan ji CNNê re daye xuyakirin, "Em ê her santîma erdên NATOyê biparêzin û hevdem alîkariya bo şervanên Ûkraynayê jî dewam bikin.”

Herwiha Sullivan diyar kiriye ku wê Amerîka fişara li ser Pûtîn zêdetir bike û niha di alîkariyên bo Ûkraynayê de sîstema berevaniya asmanî heye.