Rûsya: Amerîka li Ûkraynayê biyolabaratuvarê ji nûh de ava dike
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê beşa artêşê, serokê Yekîtiya Parastina Biyolojik, Radyolojîk û Kîmyewî İgor Kirillov ragihand ku Amerîka car din li ser axa Ûkraynayê dest bi bernama avakirina labaratûvara biyolojîk kiriye. Kirillov ragihand ku piştî operasyonên Rûsyayê yên ser Ûkreynayê Amerîka labaratûvarê ji Ûkraynayê revandiye û gelek kesên di labaratûvaran de dixebitîn terka Ûkraynayê kirine.
Kirillov ragihand ku wezareta bergiriyê ya Rûsyayê şopandina Amerîkayê ku li Ûkrayna û gelek welatên din yên dinyayê dike û Amerîka li gelek welatan labaratuvaran ava kiriye.
Kirillov got ku di labaratuvara ku li Ûkraynayê danîne gelek ceribandinan û xebatên li ser Covid-19ê û HİV ê jî tê de kirine. Kirillov weha got:
“Amerîka ji bo li Ûkraynayê biyolabaratuvar deyne dest bi xebatê kiriye. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê daxwuyaniyên siyasî yên siyasetmedarên Amerîkayê yên Pentagonê yên li ser danîna labaratuvarê li ser axa Ûkraynayê bi sedema daxwuyaniyên wan li dij hev bûn, not kiribû. Bi sedama operasyonên Rûsyayê bernama xwe rawestandibûn lê niha ji nûh de dest bi bernamê kirin.”
Kirillov ragihand ku ew li xebatkarên xwe yên berê digerin da wan di labaratuvarê de bixebitîn û ji nuh de bi wan re li bajarê Varşovayê mulaqatê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin