Rûsya di êrîsa Ûkraynayê ya ser Belgorodê de Amerîka û Îngîltere sûcdar kir
PeyamaKurd – Li ser êrîşa Ûkraynayê ku kiribû ser bajarê Rûsyayê yê bi navê Belgorodê û di êrîşê de 14 kes miribûn û ji sedî zêdetir kes birîndar bûbûn, Rûsya Îngîltere û Amerîkayê sûcdar kir.
Wezareta karên derve ya Rûsyayê got ku di organîzekirinê de Amerîka û Îngîltere jî hene. Di daxuyaniyê de wezaret weha got:
“ Di organîzekirina vê êrîşa terorê de bi Ûkrayna re şêwrimendên Amerîka û Îngîltere hene ku her wext Ûkraynayê teşwîqê sûcan dikin. Welatên Awrûpa jî ku her wext çekan didin Ûkraynayê, ji êrîşê berpirsin. Wê kiryar li gor qanûnan bên cezakirin.”
Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku wê mijarê bibin konseya ewlehiyê ya NY û bang kirin ku temamê welatan êrîşê şermezar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin