Blînken: Heger Rûsya êrîskariyê bike, wê bedelê wê bide!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser rakêşiya leşkerî ya li herêma Donbasê ku artêşên Ukrayna û Rûsyayê hatine hemberî hev, hişyarî da Rûsyayê.
Blînken di hevpeyvîneke ligel televizyona NBC de, li ser rageşiya navbera Ûkrayna û Rûsyayê hişyarî da û got, ji ber tevgera leşkerî ya Rûsyayê fikarên wan ên kûr hene û diyar kir, "Serok Joe Biden di vê mijarê de zelal e. Heger Rûsya bi awayekî êrîşkarî û bêhizirîn tevbigere, wê bedel û encamên wê hebin.”
Wezîrê Amerîkî herwiha da zanîn ku ew li ser krîza li herêmê bi hevbeş û hevalbendên xwe yên Ewropayê re di nav hevkarî û danûstandineke nêzîk de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin