Biden bi Zelensky re axivî: Heger Rûsya Ukraynayê dagir bike wê bersiveke xurt bê dayîn
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonî bi Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelensky re axivî.
Koşka Spî ragihand ku Biden ji Zelensky re gotiye ger Rûsya, Ukraynayê dagir bike ewê Washington û hevalbendên wê bersivên xurt bidin.
Biden ji Zelensky re daye zanîn ku ew piştgirîya serwerîya Ukrayna û yekîtîya axa wê dikin.
Biden diyar kiriye ku Amerîka par pirtir ji nîv milyar dolar alîkarî daye Ukrayna û ew dijî zextên Rûsya di lêgerîna piştgirîyên makroekonomîk de ye.
Joe Biden daye zanîn ku her çiqas malbatên karmendên li balyozxaneya Kîevê ji Ukrayna derketine jî, balyozxane vekirî ye û xebatên li wir didomin.
Biden gotiye ku ew piştgirîya danûstandinên dîplomatîk yên bi rêya Formata Normandîya dikin û diyar kiriye ku ew hêvî dikin bi Peymana Mînskê aloziya bi Rûsya re kêm bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin