Biden û Zelensky li ser tundtirkirina sizayên nû bi ser Rûsyayê de axivîn
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, bi rêya telefonê di derbarê tundtirkirina sizayên nû bi ser Rûsyayê de axivîn.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky do Ii ser hesaba xwe ya Twitterê da zanîn, wî li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden pêwendiyeke telefonî pêk aniye û di peyamê de kêfxweşiya xwe li hember `piştevanî`ya Amerîkayê derbirî.
Zelenskyy eşkere kir, wan mijarên tundtirkirina sizayên li ser Rûsyayê, alîkariya berçav ji bo parastina Ukraynayê û pêkanîna hevpeymaniyeke li dijî şer gotûbêj kirine.
Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî li gel hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba pêwendiyeke telefonî pêk anî û êrîşên Rûsyayê şermezar kirin herwiha rewşa dawî jî gotûbêj kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke nivîskî de li ser her du pêwendiyên telefonî zanyariyên zêdetir ragihandin.
Ned Price eşkere kir, di wan pêwendiyên telefonî de piştevaniya ji bo Ukraynayê hat dûpatkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin