Zelensky: Artêsa Ukrayna 1.250 kîlometre axa Rûsyayê kontrol kir
PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy di civînekê de eşkere kir, artêşa Ukraynayê hezar û 250 kîlometre çargoşe ji axa Rûsyayê kontrol kiriye ku di nav de 92 bajarok hene.
Zelenskiy armanca operasyona ku di 6ê Tebaxê de dest pê kiribû cara ewil eşkere kir û got ku “Armanca operasyonê avakirina heremeke tampon e” daku pêşî li êrîşên Moskowê yên li ser sînor bigire.
Herwiha Zelenskiy da zanîn ku Ukraynayê di yek operasyonê de hejmara herî zêde ya leşkerên Rûsî dîl girtine.
Li aliyê din uayedarên Rûsî z^s ragihandin ku ji destpêka êrîşê heta niha zêdetirî 121 hezar kes ji herêma Kurskê hatine derxistin û ji bo bicihkirina koçberan 84 stargehên demkî hatine vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin