Zelensky ji Rûsyayê re: Di sersalê de leskerên xwe ji axa Ukraynayê vekisîne

13 December 2022 12:16 0 dîtin
Zelensky ji Rûsyayê re: Di sersalê de leskerên xwe ji axa Ukraynayê vekisîne

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li Rûsyayê kir ku di heyama Sersalê de leşkerên xwe ji axa Ukraynayê vekişîne.

Zelenskiy beşdarî civîna serhêl a ku bi beşdariya serokên welatên G7 ku Almanya serokatiya dewrî ya wan e, kir.

Zelenskiy bang li Rûsyayê kir, ji bo pêvajoya çareseriyê gavên pêwîst bavêje, bi bîr xist ku wê di rojên pêş de Newroz li seranserê cîhanê were pîrozkirin. Zelenskiy bang li Rûsyayê kir û got, di rojên cejnê de artêşa xwe ji Ukraynayê vekişîne.

"Ev (Krîsmis) demek e ku mirovên normal li ser aşitiyê difikirin, ne êrîşê. Ez pêşniyar dikim, Rûsya hewl bide û îsbat bike ku bi kêmanî dikare dev ji êrişan berde. Wê ya rast vekîşîna leşkerên Rûs ji axa Ukraynayê be. Di vê Sersalê de, eger Rûsya leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişîne, wê rawestandina pevçûnan bi ewle were misogerkirin.